Li Sûriyê 7 wezîfedarên Xaça Sor û Heyva Sor hatin revandin
Li Sûriyê 7 wezîfedarên Xaça Sor û Heyva Sor hatin revandin
Li Sûriyê 7 wezîfedarên Xaça Sor û Heyva Sor hatin revandin
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) da xuyakirin ku li Sûriyê 6 xebatkarên wan û xebatkarekî Rêxistina Heyva Sor a Sûriyê ji aiyê komeke çekdar ve hatine revandin. Der barê nasnameya kesên hatine revandin de ti agahî nehat dayîn.
Xebatkarên saziyên alîkariyê yên navneteweyî, piştî ku derman birin nexweşxaneyên li bajarê Îdlîb ê li ser sînorê Tirkiyê û saziyên tipê lêkolîn kirin, vegeriyan Şamê lê li ser rê ji aliyê kesên çekdar ve hatin revandin.
Berdevkê ICRC Rîma Kamal banga serbestberdana 7 hevalên xwe kir. Kamal diyar kir ku ev kesên mijara gotinê ji bo mirovên pêwistiya wan bi alîkariyê hene dixebitin û got, "Mixabin bûyerên bi vî rengî dê zerarê bidin hêza me ya alîkarîdayîna mirovên pêwistî bi alîkariyê hene."
Televîzyona dewletê ya Sûriyê îro danê sibê da xuyakirin ku ekîbeke Xaça Sor a ji bajarê Îdlîbê vedigeriya û li ser rêya Sarmîn û Sarakep bûn, rastî gulereşandinê hat. ICRC gulereşandina wesayîtê piştrast nekir, lê belê ragihand ku wesayît hînê winda ye.
Rêxistinê diyar kir ku li ser wesayîtê amblema Xaça Sor ku ne semboleke olî ye, heye.
Li gorî daxuyaniya berdevkê Xaça Sor li Cenevreyê Evan Watson, nayê zanîn ka êrîşkar serhildêr in an jî alîgirên Serokkomarê Sûriyê Beşar Esad in. Watson diyar kir ku rêxistina wan ji bo her du aliyan, alîkariya însanî dike.
Tê zanîn ku li cihê wezîfedarên alîkariyê hatine revandin, komên ser bi El Qaîdeyê yên ji Tirkiyê piştgiriyê werdigirin, hene.