Li Sûriyê 12 rahîbe hatin revandin

Li Sûriyê 12 rahîbe hatin revandin

Hat ragihandin, çeteyên ser bi El Nûsra bajarokê dîrokî yê Xiristiyanan Malûla yê Sûriyê bi dest xistine. Rayedarekî ji Radyoya Vatîkanê re axivî anî ziman ku komên çekdar 12 rahîbeyên ji Sûriye û Lubnanê revandine.

Hat ragihandin, piştî pevçûna bi mehan kontrola bajarokê Malûla yê li nêzî paytext Şamê ketiye destê komên mûxalîf. Hat gotin, çeteyên ser bi El Nûsra çeperên hêzên rejîmê bi teqemeniyan tine kirine û navenda bajarok bi dest xistine.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê SANA piştrast kir ku çete ketine hundirê keşîşxaneya dîrokî ya Ortodoks Mar Takla. Nûnerê Vatîkanê yê Sûriyê Marîo Zenarî ji Radyoya Vatîkanê re axivî û diyar kir ku milîtanan 12 rahîbeyên ji Sûriye û Lunanê revandine.

Di nava komên mûxalîf ên bajarok bi dest xistine de, komên ser bi Eniya El Nûsra ya girêdayî El Qaîdeyê jî hene. Bajarok ji destpêka şerê navxweyî ve du caran dest guherand û pevçûn bê navber dewam dikin.

NY ESAD TAWANBAR KIR

Di vê navberê de Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Navî Pîllay û diyar kir ku delîl li gel wan hene ku li Sûriyê tevî Serokdewlet Beşar Esad di asta bilind de gunehê şer hatiye kirin.

Pîllay diyar kir ku di lêkolîna mijara mafên mirovan a li Sûriyê ya Neteweyên Yekbûyî de delîlên berfireh ahtine pedakirin ku gelek sûcên şer ên cidî yên li dijî mirovahiyê hatine kirin.

Di çarçoveya lêkolînê de beriya niha delîl hatibûn aşkerakirin ku mûxalîfan li Sûriyê di mijara mafên mirovan de sûc kirine.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye duh da xuyakirin ku li gorî texmînan ji destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyê û vir ve 125 hezar û 835 kesan jiyana xwe ji dest dane.