Li şûna darên zeytûnan ên nû hatin çandin

Li şûna darên zeytûnan ên nû hatin çandin

Li gundê Yirca yê li navçeya Soma li şûna darên zeytûnan ên ji aliyê Şîrketa Kolîn ve hatin qutkirin ên nû hatin çandin.

Li gundê Yirca yê li navçeya Soma ya Manîsa gundiyên li hember çêkirina santrala termîk di nav berxwedanê de ne, li şûna 6 hezar darên ku Şîrketa Kolîn a dixwaze santrala termîk çêbike qut kirin, yên nû çandin. Piştî ku Dadgeha Bilind der barê çêkirina santrala termîk de biryar da gundiyên ku çûn baxçeyên xwe şitlên nû çandin.

Gundî û hawîrdorparêz li ber konê berxwedanê kom bûn û têkildarî mijarê forumek li dar xistin. Di forumê de hat ragihandin ku hê berxwedan bi dawî nebûye û encam çi dibe bila bibe wê berxwedana xwe bigihênin serketinê. i.