Kurdên li bajarê Summu ya Ukraynayê dijîn bi armanca ku qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd şermezar bikin meşek pêk anîn.
Xwendekarên Kurd yên li bajarê Summu zanîngehê dixwînin meşek pêk anîn û meş ji Qada Serxwebûnê heta Peykerê Şevşenko berdewam kir. Her wiha gelek rewşenbîr û çepgir jî tevlî meşê bûn û di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan û 3 siyastmedarên jin hatin hildan.
Girseyê li ber Peykarê Şevşenko li dora wêneyên 3 siyastmedarên Kurd find pêxistin û dirûşmeyên wekê ‘hevkar Ewropa, qatil Tirkiye, Şehîd Namirin, Bijî serok Apo’ qîr kirin. Piştre daxuyanî bi Kurdî, Tirkî, Rus, Ukranî hat xwendin û di daxuyaniyê de hat xwestin ku kujer bên dîtin.
Piştî daxuyaniyê çepgirên Ukraynayê jî axaftin kirin û daxwaz kirin ku kujer û berpirsyar bên dîtin.
Di dema meşê de Ukrayniyan piştgiriyeke mezin da girseyê û her wiha çapemeniyê eleqeyek mezin nîşan da.