Li Sûltangaziyê 2 Sûriyeyî mirî hatin dîtin

Li Sûltangaziyê 2 Sûriyeyî mirî hatin dîtin

Li Sûltangaziya Stenbolê, 2 welatiyên ji Sûriyê li hola komirê ya xaniyekî hatin dîtin.

Li kolana 1279 a taxa Zubeyde Hahim a Sûltangaziyê, 2 welatiyên ji Sûriyê, li hola komirê ya xaniyekî mirî hatin dîtin. Ji ber bêhn ji xanî dihat, welatiyan agahî dan polîsan û li ser vê yekê hat dîtin ku cenazeyê 2 mêrên ji Sûriyê li hola komirê hatine veşartin. Cenaze rakirin morga Tipa Edlî û der heqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.