Li Sultanbeyliyê komkujiyên li Rojava hatin şermezar kirin

Li Sultanbeyliyê komkujiyên li Rojava hatin şermezar kirin

BDP’a Sultanbeyliyê, Kovara KOZ û DGDSEN’ê ji ber komkujiyên li Rojava meşek li darxistin û bidaxuyaniyek çapemeniyê şermezarkirin.

BDP’a Sûltanbeyliyê, Kovara KOZ û Sendîkaya Depo, Antrepo, Ragihandina Robar û Çêkirina Gemiyê (DGDSEN) ji bo êrîş û komkujiyên çeteyên El Nusra ên li ser Rojava şermezar bikin, ji li ser Rêya Kuran Kursu heya Qada Sultanbeyliyê meşek pêkanîn. Di meşê de bênavber sloganên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor”, “Hezar silav li kesên li Rojava şer û tekoşîn didin”qîr kirin.

 Piştî meşê li Qada Sultanbeyliyê ji Kovara KOZ’ê Bariş Alasoy daxuyaniyek da çapemeniyê û diyarkir ku, li ser şoreşa li Rojavayê Kurdistanê komkujiyek tê kirin û destnîşankir ku, El Qaîde û El Nusra êrîşên xwe li ser gelê Kurd zêde kirine.

Alasoy anî ziman ku, çete ji Tirkiyeyê piştgiriya lojîstîkî digirin û got: “Yek ji van piştgiriyan jî li Sultanbeyliyê tê kirin. Em dizanin hem aborî hem jî çete têne perwerdekirn û dişînin Rojava û Sûriyeyê li dijî gel didin şerkirin. Em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku, ji herêma em lê ne çeteyan rê dikin Rojava, piraniya wan kurd in hestên wan ên olî bikartînin û li dijî gelê Kurd û gelê Sûriyeyê ên din didin şerkirin. Polîtîkaya kevneperest ya Kurdan ber de Kurdan dixwazin li Rojava jî biceribînin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bisloganan bidawî bû.