Li Stûttgartê ‘şehîdên meha Mijdarê’ hatin bibîranîn

Li bajarê Elmanya Stûttgartê ‘şehîdên meha Mijdarê’ bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîm bi dirûşmeya ‘Li pey şopa nemiran em ê faşîzm û mêtîngeriyê têk bibin’ û bi beşdarbûna sedan kesî pêk hat.

Merasîm di şexsê ‘Şehîdên MLKP’ê’ de ji bo bîranîna şehîdan hate lidarxistin, parlamentera berê ya HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan û bavê Vatan Bûdak ê di komkujiya Pirsûsê de hatibû qetilkirin Mûrat Bûdak beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de Koma Rebend, Grup Vardiya û Çarneva derketin ser dikê.

Bi sirûda Enternasyonal deqîqeyek rêz ji bo bîranîna şehîdan hate giritn û dirûşme hatin berzkirin. Piştre sînevîzyon hate nîşandan û li ser navê MLKP’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de wiha hate gotin; “Dem ne dema dudiliyê ye, dem dema cesaretê ye. Dema pratîk û ruhê fedekariyê ye. Niha berxwedan jiyane.”

Di merasîmê de xizmên şehîdên têkoşîna şoreşê jî axivîn. Mûrat Bûdak li ser navê ‘malbatên şehîdan’ axivî û got; “Weke bavê şehîdekê ez bi rûmet û serbilindim. Ev sekna me ya birûmet hêzê dide dostan û tirsê dixe nava dijmin.”

Parlamentera berê ya HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî got; “Em şehîdên xwe li xakê li nava dilên xwe diveşêrin. Heta ku em bijîn wê di nava dilê me de bijîn. Erdogan û hikûmeta AKP’ê dîsan êrîşî Kobanê dikin. Bila vêya baş zanibin heta ku li Kobanê şervanên YPG, YPJ û enternasyonal hebin Rojava wê ya gelên li wir dijîn be.”