Li Stûttgartê ‘qefesa cam’ a li ser çalakgerên Kurd hate rakirin

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê pênc çalakgerên Kurd dihatin darizandin. Di dozê de pêkanînên skandal li ser çalakgeran hate kirin.

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê rûniştina darizandina siyasetmedar û çalakgerên Kurd Veysel S., Agît K., Evrîm A, Ozkan T. û Cîhan A. roja Pêncşemê li eywana girtîgeha Stamheîmê hate kirin.

Rûniştinên di 16’ê Nîsanê û 8’ê Gulanê di qefesa cam de hatibû kirin û ji ber problema wergêr û teknîkê nîqaş hatibûn kirin.

Ji ber îtîrazên di rûniştinan de heyeta dadgehê siyasetmedar ji qefesên cam derxist û ew li ba parêzeran bi cih kir. Bi vê re problema wergêr jî hate çareserkirin.

Eymana dadgehê êdî ji du beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de heyeta dadgehê, parêzer û wergêr hene, di beşa din de jî çavdêr û guhdar hene.

Di rûniştina dozê de dozger di îddînamayê de qala çalakiyên PKK’ê yên li Tirkiyeyê kir û cih da îtîrafên kesê bi navê Ridvan O. Îddîname xwe dispêre kesê ku di dadgehê de ne amade ye.

Piştî xwendina îddîanameyê navber hate dayîn û ew ê piştî nîvro rûniştin bidome.