Li Stûttgartê ji bo Ocalan çalakiya kon didome
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê çalakiya kon a Kurdistaniyan a ji bo Ocalan didome.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê çalakiya kon a Kurdistaniyan a ji bo Ocalan didome.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, çalakiya nobetê ya ku 15’ê Cotmehê ji bo ewlehî û tendiristiya Rêberê Gelê Kurd dest pê kirî 17’ê Cotmehê bi xwedîderketineke mezin dom kir. Çalakiya nobetê ya ku li Meydana Kobanê hatî kirin saet 18.00’an bi meşê û bi pêşengiya ciwan û jinan pêk hat.
Meş saet 18.00’an li Meydana Schlossplatzê dest pê kir û heta bi kolana herî mezin a Stûttgartê Teodor-Heus- Strassedenê, Meydana Kobanê dom kir.
GUÇLU: ÇALAKIYÊN ME WÊ DOMDAR BIN
Încî Guçlu ku tevlî çalakiya nobetê bûyî û derbarê Ocalan belavok belav kirî got,’’Çalakiyên me heta ku em ji Rêbertiya xwe agahiyê bistînin wê bidome. Li hemû Ewropayê bi taybetî di çalakiyên xwe de yên ku bi pêşengiya jin û ciwanan dest pê kiriye, li cihê ku em lê ne em ê raya giştî çêbikin û em dixwazin demildest Rêbertiya me bi malbat an jî parêzerên xwe re hev bibîne. Ji ber ku ewlehî û tendiristiya Abdullah Ocalan tendiristî û ewlehiya me ye. Em jiyaneke bê Rêbertî qebûl nakin. Ji bo vê jî em ê bi rikdarî têbikoşin.’’
DAYIKA SÊVÊ: DIVÊ ZU RÊBERTIYA ME BIBÎNIN
Dayika Sêvê ya ku tevlî çalakiyê bûyî got: ‘’Ji ber rewşa Rêbertiya me em di rewşeke dijwar re dijîn. Heke dewleta Tirk tiştekî bi Rêbertiya me bike em ê ti caran vê bê bersiv nehêlin. Em hemû em ê xwe bi wan de biteqînin. Dayikên Kurd û gel tiştekî wiha nikarin qebûl bikin. Divê dewleta Tirk vê wiha bizanibe. Nikarin Abdullah Ocalan bêdeng bikin. Ew çav, ziman û guhê jinên Kurd e. Kir ku em xwe û azadiya xwe nas bikin. Bi taybetî em jin ji bo ku em li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin bi şev û roj, divê em li kuçeyan bin. Em bang li welatên Ewropî, bi taybetî jî bang li CPT dikin, bila zû şandeyeke biçe Imraliyê. Bila zextê li ser Erdogan bikin û bibin alîkar da ku em ji rewşa Rêbertiya xwe agahdar bin.’’
ŞEMIYÊ WÊ MEŞ WERE KIRIN
Heta ku rewşa ewlehiya Ocalan diyar bibe li Meydana Kobanê (Stûttgart Schlossplatzê) saet 13.00-20.00’an wê çalakî hebin. Şemiyê jî wê meşeke mezin were kirin.