Li Stûttgartê daxwaza naskirina Qirkirina Dersimê hat kirin
Li Stûttgartê, di çalakiya bi wesîleya salvegera Qirkirina Dersimê de daxwaza naskirina qirkirinê hat kirin. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser qirkirina îro jî dewam dike û banga yekîtî û berxwedanê hat kirin.
ANF
STÛTTGART
pêncşem, 5 gulanê 2016, 10:39
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, bi armanca şermezarkirina Qirkirina Dersimê û bîranîna qurbaniyan, çalakiyek hat lidarxistin.
Çalakiya bîranînê li Meydana Schlossplatzê duh êvarê ji aliyê DGB û FDG ve hat organîzkirin û daxwaz ji Tirkiyeyê hat kirin, ku qirkirinê qebûl bike.
Di çalakiyê de pankartên mezin ên bi zimanên Kurdî, Elmanî û Tirkî hatin vekirin, wêneyên kesên di Qirkirina Dersimê de hatin qetilkirin û pankarta bi nivîsa "Em hemû Dersimî ne", "Qirkirin sûcê li dijî mirovahiyê ye" hatin hilgirtin.
Nûnerên saziyan li vir peyivîn û xwestin qirkirin bi rengekî fermî were qebûlkirin. Qisekeran diyar kirin, li Bakurê Kurdistanê pêkanînên zîhniyeta qirkirinê hînê dewam dike û hewldana çêkirina 'kampa çeteyan' li Terolar a Mereşê şermezar kirin. Nûneran li dijî zîhniyeta qirkirinê banga yekîtî û berxwedanê kirin.