Li Stûttgartê Cejna Êzî hate pîrozkirin

Li Stûttgartê ya Elmanyayê 'Cejna Êzî' hate pîrozkirin.

Li bernameya Cejna Êzî ya li Stûttgartê gelek Kurdistanî hatin cem hev.

Di nav beşdaran de Pîr Ilyas, Şêx Xeyrî, Newzatê Bacinî û endamê Navenda Yekîtiya  Êzîdiya Alî Saçik jî hazir bûn.

Di bernameyê de ji bo bîranîna Mam Zekî Şengalî sînevizyonek hate nîşandan. Piştî axaftina destpêka bernameyê deqeyek rêz hate girtin û bernameya bîranînê hate ragihandin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a  Demokratîk Ludwîsbûrgê Lokman Hedil axivî û got, ew êşa gelê Êzîdî ku 74 ferman hatine serê wan par ve dikin û diyar kir, heke îro hê jî baweriya pîroz a Êzdayî hebe, ev bi têkoşîna birûmeta  Mam Zekî Şengalî û Pîrên Êzidiyan e.