Li Stuttgartê bênavber çalakiyên Kobanê
Li Stuttgartê bênavber çalakiyên Kobanê
Li Stuttgartê bênavber çalakiyên Kobanê
Kurd û dostên wan ên li bajarê Stuttgart ê Elmanya dijîn ji bo Kobanê çalakiyên bênavber pêk tînin. Çalakiya nobetê ya kon ku didome di saetên şevê de bi hezaran kes li stasyonê çalakiya dagirkirinê pêk anîn.
Piştgiriya bi konê çalakiya nobetê ya li qada Schlossplatz a Stuttgartê didome, her roj bi hezaran xelkê herêmê û biyanî ziyaret dikin. Ciwanên Kurdistanê û dostên wan ên li pey hev di nava tevgerê de ne û çalakiyên cuda pêk tînin her şev di navbera saet 14-23’an de herî kêm 4-5 çalakiyên şermezarkirinê yên girtina rê û meşan li dar dixin.
RÊYÊN BINGEHÎN ÊN STASYONÊ LI HATINÛÇÛNÊ HATIN GIRTIN
Çalakvanên ku xwestin bal bikişînin ser bêdengiya li hemberî êrîşên ser Kobanê her roj bi çalakiyên hîn aktîftir dixwazin bêdengiyê xera bikin.
JI BO ÇALAKIYAN DEWAM
Li bajarên başûrê Elmanya di serî de Stuttgart hemû Kurdistanî û Tirkiyeyî , hêzên şoreşger ên Elmanya bi yekîtiya hêza çêkirine, bi daxuyaniyan diyar kirin heya êrîşên DAIŞ ên li ser Kobanê tên rawestandin û Kobanê terk dikin wê çalakiyên xwe bidomînin.
Çalakiya nobeta kon wê bênavber bi şev û roj li Qada Stuttgart Schloss Platz dewam dike.
JI ÇAPEMENIYA ELMANYA
Radyo SWR-4 ji çalakiyên li Qada Berlîna Platz a roja Çarşemê ya edaletê, meş û mîtînga jinan a xwedîderketina li Kobanê dîmen girtin û der barê Kobanê de nêrînên beşdaran girtin.