Li Stûttgart û Îngilîstanê çalakiyên protestoyî

Terora dewleta Tirk li bajarê Elmanya Stûttgart û li herêma Sussex a Îngilîstanê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Terora dewleta Tirk li bajarê Elmanya Stûttgart û li herêma Sussex a Îngilîstanê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

LI STÛTTGARTÊ ÇALAKIYA KONÊ AGAHDARKIRINÊ

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, çalakiya konê agahdarkirinê yê bi pêşengiya Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABK) di 16'ê Çileyê de hat destpêkirin, dewam dike. Gelek sazî destekê didin vê çalakiyê.

Roja Yekşemê ne di navê de her roj saet di navbera 14:00-18:00 de li meydana Schlossplatzê der barê terora dewleta Tirk de belavok tên belavkirin. Her wiha ji bo Erdogan weke 'sûcdarê şer' bê darizandin îmze tên komkirin. Îmze wê pêşkêşî saziyên pêwendîdar ên Ewropayê werin kirin.

ÇALAKIYA PROTESTOYÎ YA LI ÎNGILÎSTANÊ

Kurdistaniyên li herêma Sussex a Îngilîstanê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê didomînin.

Ji bo hikûmeta Brîtanyayê zextê li dewleta Tirk bike, Navenda Civaka Kurd a Sussexê li abjarê Brîghtonê bi beşdariya gelek aktîvîstên Brîtanyayî çalakiyek protestoyî pêk anî.

Di çalakiyê de bal hat kişandin ser terora dewleta Tirk ku li Kurdistanê di dema dawî de bi sedan mirovên sivîl qetil kiriye û bajarên Kurdan wêran kiriye. 

...