Li Stuttgart, Mainz û Essenê çalakiyên Kobanê
Li Stuttgart, Mainz û Essenê çalakiyên Kobanê
Li Stuttgart, Mainz û Essenê çalakiyên Kobanê
Li bajarên Stuttgart, Mainz û Essen ên Elmanyayê bi çalakiyan êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hatin protestokirin. Di çalakiyan de bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku bi awayeke lezgîn mudaxeleyê çeteyên DAIŞ’ê yên êrîşê Kobanê dikin, bê kirin
STUTTGART
Jinên Kurd ên ku li bajarên Stuttgart, Esslingen, Ludwigsburg, Reutlingen, Heilbronn û derdora van bajaran, di çalakiya hefteyane ya vê hefteyê de Komkujiya Parîsê protestokirin û banga alîkariya ji bo Kobanê li raya giştî ya cîhanê kirin.
Jinên Kurd li konê çalakiyê yê li Stuttgartê li hev kom bûn û heta qada Berlîner a ku sefaretxaneya Franse lê ye meşiyan. Di çalakiyê de dirûşimên dilsoziya bi berxwedana Kobanê re hatin gotin û êrîşên li ser Kobanê bi tundî hatin şermezarkirin. Di axuyaniyên hatin dayin de bang li raya giştî ya Ewropa û Amerikayê hate kirin ku alîkariyê bidin Kobanê.
MAINZ
Li bajarê manizê jî ciwanên Kurd li îstasyona trenê ya navendî çalakî pêk anîn. Ciwanan di çalakiya xwe de alên PKK’ê hildan û dirûşimên “Bijî Berxwedan Kobanê” gotin. Piştre polîs hatin cihê bûyerê û di navbera ciwanan û polîsan de rageşî çêbû.
ESSEN
Kurdên li Essen, Bochum û Velbertê dijîn jî, li ber stasyona trenê ya navendî ya Essenê standek vekirin. Di standa bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinan pêk hat de, bi sedan belavok hatin belavkirin. Tê payin ku stand li heman cihî sibê saet di 14.00 de bê vekirin.