Li Stravrapolê tecrîd hate protestokirin

Kurdên li herêma Stravrapol a Rûsyayê dijin tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Li Komeleya Çanda Kurd a navçeya Novoaleksandrovk a herêma Stravrapol ya Rûsyayê civînek hate lidarxistin û di civinê de tecrîda giran a li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protesto kirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Otonomiya Kurd a Stravrapol Naze Bazûyeva û endamê Meclîsê Mûstafa Sûltan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser tecrîda giran a li ser Ocalan û helwesta saziyên navnetewî hate şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê û banga yekîtiyê li gelê Kurd hate kirin.