Li Strasbourgê şeva Newrozê ya bi coş

Li Strasbourgê şeva Newrozê ya bi coş

Kurdên li herêm Alsas a Fransayê dijîn, organîzasyonekê Newroza 2013’an pîroz kirin. di şevê de peyamên bo piştgiriya pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin hatin dayîn.

Meclis Gel a Kurd ya Strasbourgê li bajarê Selestat li salona Les Tanzmatten Newroz pîroz kir. Nêzî hezar kurd ji bo  bajarên Strasbourg, Mulhouse û Montbelliard hatin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin. Di salonê de posterên Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Mazlûm Dogan hatin daliqandin û alên KCK’ê jî daliqandin.

Rojnamegera Selahattîn Soro û nûnera Tevgera Jinan a Kurd ya Ewroapyê (TJKE) Ronahî Pazarcik axaftin kirin.

HEVDÎTINÊN ÎMRALIYÊ BI BERXWEDANA KURDAN ÇÊBÛ

Soro di axaftina xwe de wiha got: “Eger îro dewlet diçe Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinan dike ev encama berxwedana Mazlûman, Xeyrî û Sakîne Cansizane. Gerîla ligel hemû teknîkên giran berxwe da, teslîm nebû.  Ocalan 14 salan li girtîgehangirtin. Ligel ku bi 10 hezaran Kurd girtin jî kurd, teslîm nebû. Dîsa kurdên Ewropayê têkoşîn û berxwedan li ser piyan girtin. Bi saya van têkoşîn û berxwedanan ev pêvajo hat asta hevdîtinan.

Ronahî Pazarcik jî balkişand ser rola jinê ya tevgera Azadiya Kurd de û diyar kir ku, di pêvajoya pêş de hemû Kurd û bi taybet jî jinên Kurd divê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Pazarcik her wiha her sê siyasetmedarên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin jî bibîranîn.

Her wiha pîrozbahiyên Newroza li Kurdistan û Tirkiyeyê jî hat silavkirin.

JI BO BÎRANÎNA ROJBÎN KOMA FOLKLOR Û STRAN

Di şevê de hunermend Hozan Cevat Merwanî, Hozan Xelîl Xemgîn, Koma Rizgan û Koma Silbus û Tarî derketin ser dikê û stranên bi kurdî, kirmanckî û tirkî striyan.

Her wiha koma Folklorê ya li Strasbourgê ji bo bîranîna Fîdan Dogan (Rojbîn) hat ava kirin jî derket ser dîkê.

LI HERÊMA LOREN DI 24’Ê ADARE DE  YE

Li aliyê din li herêma Loren a Fransayê jî di 24’ê Adarê de dê Newroz bê pîrozkirin.  Hozan Kawa, Sîpan Havîn û gelek tunermendên din jî dê tevlî şevê bibin. Şeva ku meclisên gel yên  Metz û Saint Avold  organîze dike dê li komuna Hombourg-Haut a Salle des Fetes di demjimêr 14’an de destpê bike.