Li Strasboûrgê komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin

Kurdistaniyên li Ewropa dijîn ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê li pêşiya avahiya CPT ya li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakî li dar xistin.

Li ser banga TJK-E ji bo protestokirina Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê gelek Kurdistanî ji Fransa, Swîsre û Elmanyayê li pêşiya Konseya Ewropa seat 14:00’an li hev civiyan. Girseya gel bi xelekê ber bi CPT’ê ye meşiyan. Girse bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ , ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘ji bo Kurdistanê çareseriya politîk’ meşiyan.

Li pêşiya avahiya CPT jî çalakî bi axaftinan dom kir. Ji TJK-E Delal Yaman axivî û politîkayên rehîngirtinê ya dewleta Tirk şermezar kir. Yaman wiha got; “Bi sebra me neleyîzin, em ê ji bo Rêbertiya xwe têkoşînê bidomînin.”

‘RAPORA CPT’Î SEXTE Û DURÛTÎ YE’

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr jî wiha peyivî; “Di sala 20’an a Komploya Navnetewî de carek din em li pêşiya CPT komployê şermezar dikin. Ev sê sal in hevdîtina Rêzdar Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzeran re tê astengkirin. Ev 7 sal in hevdîtina parêzeran tê astengkirin. Em ji ewlehî û tenduristiya Ocalan bi fikar in û CPT erka xwe pêk nayne. Rapora CPT ya ku dibêje êşkence nîne sexte û durûtî ye.”

‘BÊDENGIYA EWROPA TÊ WATEYA ERÊKIRINA KOMPLOYÊ’

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî komplo şermezar kir û wiha got; “Edî ji bo şermezarkirina komploya navnetewî em li vir kom nabin em ji bo şermezarkirina CPT li vir in. Li pêş çavê CPT û li pêş çavên cîhanê tecrîdek mezin tê kirin, bêdengiya Ewropa tê wateya erêkirina komployê.”

Ûca got eger hûn dixwazin doza Kurd çareser bikin divê hûn Îmraliyê çareser bikin û wiha domand; “Edî em daxwaza şikandina tecrîda Îmralî nakin em daxwaza azadiya Ocalan dikin. Bûyerên li Îmralî diqewimin li gorî qanûnên CPT tê wateya êşkenceya spî.”

Piştî axaftinan girseya gel li pêşiya avahiya CPT çelenga reş danîn. Çalakî piştî 5 deqeyan rêgirtina ji bo trafîkê bi dawî bû.