Li Strasbourgê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemezê merasima bîranînê

Li Strasbourgê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemezê merasima bîranînê

Li bajarê Strasbourg yê Fransayê ji bo ji sazûmankarên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, merasimek ya bîranînê hate li darxistin.

Merasima bîranînê ya ji aliyê Mala Çanda Mezopotamya ya Alsasê (AMKE) ve hatiye organîzekirin, li gel xizmên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn zêdetirî 400 Kurdistanî, Tirkiyeyî û Fransî tevlîbûn. Di merasima bîranînê de li gel wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, her wiha wêneyên şehîdên xizmên wan li derdorê Strasbourgê heyî jî di standek ya dirêj de hatin bicih kirin. Pêşkêşkirina merasima bîranînê ji aliyê nûnerê BDP’ê yê Ewropayê Faîk Yagizay û du jinên Kurdistanî yên di şer de xizmên xwe windakirine hate kirin. Merasim bi agahiyên di derbarê jiyana sê jinên Kurd yên şoreşger yên hatine qetilkirin de destpêkir.

Di merasimê de Partiya Çep ya Fransa, Partiya Komînîst ya Fransa (PCF), Tevgera Aştiyê ya Cîhanê û Derdora Komînîst ya Alsas (CCA) her wiha bi dehan nûnerên Fransî tevlî bûn. Li aliyê din endamên Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Ewropayê (ATÎK), Konfederasyona Mafên Demokratîk yên Ewropayê (ADHK), FEderasyona Demokratîk ya Komeleyên Karkeran (DÎDF) û tevgerên çep yên Tirkiyeyê jî tevlîbûn.

‘JI MIRINA EWLADÊN ME ZÊDETIR EM BIRÎNDAR KIRIN’

Di merasima bîranînê de xizmên Cansiz, Dogan û Şayelemez, her wiha xizmên şehîdên Kurdistanê yên din û hevalên wan yên tekoşînê jî axaftin kirin. Malbatên şehîdan dane diyarkirin ku, ji mirina ewladên wan hîn zêdetir, ew bi komkujiya Parîsê ji kûrahî birîndar bûne û pê êşiyane.

Di merasima bîranînê de malbata Fîdan Dogan ku li bajarê Strasbourgê jiyan dike, bîranînên Fîdanê vegotin. Hate gotin ku, Fîdan her demê moral dida heval û dostên xwe, di her şert û mercê de piştgirî dida wan û bi sebrek mezin hemû jiyana xwe dabû xebata xwe.

Di merasima bîranînê de emailek ya Doganê beriya komkujiyê ji hevaleka/î xwe yê tekoşînê re şandî hate xwendin, di bîranînê de demên hestiyar hatin jiyankirin, hate gotin ku, Kurd bi van komkujiyan nayê rawestandin û ew dê piştgiriyê bidin Rêbertî û tekoşîna xwe, ew dê bi wî awayî ber bî aşitî û azadiyê ve biçin.

PEYAMA “BILA FRANSA NEBE HEVKARÊ KOMKUJIYÊ, BILA KOMKUJIYÊ RONÎ BIKE”

Di axaftinan de hate xwestin ku, dewleta Fransa û hikumeta wê bila dest ji nêzîkatiyên bincilkirina komkujiyê û hevkariya li gel kujeran ber, demek ji demekê zûtir kujeran peyda bike. Li Fransaya ku hema bêje hemû Kurd hatine fîşkirin, di derbarê komkujiyê de nebûna agahiyekî zelal, tenê li gorî nûçeyên di çapemeniyê de tên weşandin û niyeta wan ya beralîkirinê heyî jî şermezar kirin.

Nûnerên Tevgerên Çep yên Fransayê PCF û CCA ku tevlî merasima bîranînê ya sê jinên Kurd bûn axaftinek kirin. Nûnerê PCF’ê da diyarkirin ku, bi taybet ew her tim li gel Fîdan Doganê di nava têkiliyan de bû û ew şoreşgerek bû. Nûnerê PCF’ê aşkera kirk u, ew weke çepgirên Fransayê hertim li gel gelê Kurdin û diyarkir ku, pêwîste hikumeta Fransa vê komkujiyê ji demekê zûtir zelal bike.

DI HEFTEYA PÊŞ DE DÊ MAL ŞÎNÊ BÊ DANÎN

Li aliyê din salona li semta Hautepierre ya ku merasima bîranînê lê hate kirin, di heftiya pêş me de roja Yekşemê dê mala şînê ji aliyê malbata Fîdan Dogan û AMKE’yê ve bê danîn. Ji ber sedema ku zêdetirî 400 kesên hatine merasima bîranînê cih nebû bikevin salonê, ragihandin ku ew dê şînê li cihek hîn mezintir bikin.

Merasima bîranînê bi stran û helbestên Hozan Şemdîn li ser kesayetên jiyana xwe li ber tekoşîna Azadiya Kurdan dayîn çêkirî bidawî bû.