Li Strasbourgê çalakiyên ji bo 'Azadiya Ocalan'

Di çarçoveya 'Nobeda Azadiyê' de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê pêk tê, wê çar rojan çalakî pêk werin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan ve hate destpêkirin, yek ji çalakiyên herî demdirêj e. Çalakiyê heft sal li pey xwe hişt. Li gel vê çalakiya nobedê wê vê hefteyê li Strasbourgê hin çalakî pêk werin.

Di nava rojê de li Place Kleber a Strasbourgê pêşangeha wêneyan û atolyeya hunerê hate avakirin. Wênevan û peykeltraş tevlî çalakiyê bûn.

Di pêşangeha wêneyan de der barê jiyana Rêberê Gelê Kurd, têkoşîna wî, komploya navneteweyî, êsîrgirtina wî, kronolojiya çalakiyên ji bo azadiya gelê Kurd hatin nîşandan. Di pêşangehê de her wiha wêneyên Şoreşa Rojava û Têkoşîna Jinên Kurd hatin nîşandan.

Hunermendên tevlî atolyeya hunerê bûne: Peykeltraş Dogan Demîr, wênevan Yilmaz Yildirim, hunermend Amele, peykeltraşê Fransayî Alain Ligier.

Di nava rojê de wê panelek jî pêk were.