Li Strasboûrgê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 34’emîn de ye
Li Strasboûrgê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 34’emîn de didome.
Li Strasboûrgê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 34’emîn de didome.
Ji ber ku ji Îlona 2016’an û vir ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayên stendin û di serê Cotmeha vê salê de nûçeyên qirêj hatibûn weşandin, fikarên gelê Kurd zêdetir dibe. Ji bo ku CPT biçe Îmraliyê li Strasboûrgê çalakî hatibû lidarxistin û vê çalakiya rûniştinê di roja 34’emîn de didome.
Kurdistanî û dostên wan eleqeyeke germ nîşanî çalakiyê didin û îro jî rejîsorê Fransiz Lûîs Mîranda hate serdana çalakiyê. Mîranda di serdana xwe de diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û ew ê her dem bi gelê Kurd re be.
Komîteya Amadekar diyar kir ku heta ku ew bigihêjin encamê wê çalakiya xwe bidomînin û hemû Kurdistanî vexwendin qada çalakiyê.