Li Stockholmê xebatên 'NA' berbelav dibe

Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn, xebatên xwe ji bo referandûma ku 8-9'ê Nîsanê li Swêdê bi mebesta ku desthilatdariya AKP'ê di sendoqê de bihêle didomînin.

Ev heftiyeke ku Kurdistaniyên li Stockholmê de dijîn bang li hilbijêrên Tirk, Kurd, Asûrî ,Sûryanî û Ermenî dike ku biçine ser sendoqê û dengê Na bi kar bînin, Kurdistanî duh jî li Stockholm Tensta û Sollentunayê xebatên xwe zêde kirin.

Komeke çalakvan li semta Tenstayê stranên nav kirin, li koemele û qehwexaneyan geriyan û bi axaftinan bang li hilbijêran kirin ku dengê NA bidin.
Nûnerê HDP Swêdê Hasan Bozlak diyar kir ku AKP-MHP bi vê destûrê rê ji dîktatoriyê re vedikin û hemû reyayean bi dest Erdogan ve berdidin, xwest ku ji bo zarok û neviyên xwe her kes bibêje, Na.

Komê li semta Tensta û her wiha Sollentûna serî da komeleyan û qehwexaneyan. Li ser navê Kongreya Gel a Mezopotamyayê Yaşar Kuçukaslan li Komeleya Çanda Sûryaniyan axivî û destûra nû ya Erdogan Tirkiyê ber bi dîktatoriya faşîst ve dibe û ji bo vê jî xwest ku Asûrî, Suryanî destûra vê nedin.

Nevşîn Akaya ku ji destpêkê di nav xebatan de ye got pêwendiyeke zêde ya Kurdistanî û Tirkiyeyiyan ji bo standên wan hene û got: '' Bi taybetî jî pêwendiya jinan pir heye. Tên û dibêjin ew ê ji dîktatoriya Erdogan re bibêjin Na. Min ev qas hêvî nedikir, min digot belkî tenê mirovên nêzî me, me hembêz dikin. Bêhtir jî AKP'yî tên.

Xaltiyeke yixtiyar hat û got, ''ji bo ku Erdogan bibe serokkomar min deng dayê ne ji bo ku bibe dîktator û ez ê dengê NA bidim. Kêliya dî komek ji Tirkan hat, 7-8 kes bûn. Gotin em ê dengê Na bidin.''