Li Stockholmê rejîma Îranê hat protestokirin
Li Stockholmê rejîma Îranê hat protestokirin
Li Stockholmê rejîma Îranê hat protestokirin
Zêdebûna zext û darvekirinên li Îranê, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanan hat protestokirin.
Komîteya Koordînasyonê ya ji Federasyona Swêd-Kurd, Komala, PDK û YNK'ê pêk tê, bi armanca şermezarkirina darvekirinan, Konseya Rizgariya Neteweyî ya Îranê jî bi armanca protestkirina êrîşên rejîma Îranê yên li hemberî kampên Ashraf û Lîberty û darvekirinan, li Meydaan Sergel a Stokcholmê xwepêşandanên şermezarkirinê lidar xistin.
Di xwepêşandana Federasyona Swêd-Kurd û partiyên Kurd de destpêkê sirûda neteweyî ya Kurd hat xwendin û dûre ji bo bîranîna kesên hatin darvekirin, deqeyek rêz hat girtin.
Seroka Federasyona Swêd-Kurd Şermîn Aycan Bozarslan destpêkê axivî û diyar kir ku Federasyona Kurd darvekirinên li Îranê bi tundî şermezar dike. Bozarslan got, nabe ku cîhana derve li darvekirina mirovên ciwan li pêşberî gel, temaşe bike û bêdeng bimîne. Bozarslan got, "Divê darvekirinên li Îranê tavilê werin bidawîkirin."
Bozarslan bibîr xist ku bi tenê di sala 2013'an de zêdeyî 500 kes, di nava hefteyekê de 14 Kurd û 16 Belûcî hatine darvekirin û got, "Ev yek terorîzmeke dewletê ye ku mîna wê li ti devera cîhanê nayê dîtin. Mirovên ciwan li ser navê ol, li ser navê Îslamiyetê tên darvekirin. Li Cîhanê ti ol maf nade kesekî ku dawî li jiyana mirovekî din bîne."
Bozarslan ragihand ku divê oldarên ji olên cuda bên cem hev û diyar bikin ku ti pêwendiya darvekirinan bi ol re nîne û got, "Rejîma Îranê bi darvekirina girtiyên siyasî re dixwaze mûxalefeta li welêt bêdeng bike. Di şûna ku mafên Kurdan û hindikahiyên din nas bike, rejîma Îranê lez da darvekirinan. Ev yek ji bo mirovahî û demokrasiyê, şerm e." Bozarslan bang li hikûmeta Swêdê jî kir ku ji bo rawestandina darvekirinan bikeve nava tevgerê.
Parlamenterê Partiya Çep Jacob Johnson jî anî ziman ku darvekirinên li Îranê gunehê li dijî mafên mirovan e û ji Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Carl Bîldt xwest ku Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Stockholmê bîne meqamê xwe û jê re ragihîne ku Swêd darvekirinan şermezar dike.
Parlamenterê Partiya Navendê Abîr al-Sahlanî anî ziman ku daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelê li Îranê hewl tê dayîn ji aliyê rejîma paşverû ve bê tepiandin û diyar kir ku darvekirin jî bi vê armancê tê kirin. Al Sahlanî da xuyakirin ku cezayê darvekirinê li derveyî hemdemiyê ye û destnîşan kir ku divê Hikûmeta Swêdê darvekirinan protesto bike.
Konseya Rizgariya Neteweyî ya Îranê jî bi armanca şermezarkirina êrîşên rejîma Îranê yên li hemberî kampên Ashraf û Lîberty û protestokirina darvekirinan, roja Şemiyê li heman meydanê xwepêşandanek lidar xist. Xwepêşandêran xwestin 6 jê jin 7 kesên di dema êrîşa li dijî kampa Ashrafê de ji aliyê rejîmê ve hat revandin, bên berdan.
Leşkerên Îranê di 1'ê Îlonê de êrîşî kampa Ashraf kiribûn, 52 kes qetil kiribûn û 7 kes jî revandibûn.