Li Stockholmê protestoya sêyem a li hember komkujiya Enqere

Kurdistanî û dostên wan ku duh û pêr li paytexta Swêd li Qada Sergel êrîşa li hember mîtînga aştiyê ya li Enqereyê protesto kirin îro protestoya sêyemîn pêk anîn.

Kurdistanî û dostên wan ku duh û pêr li paytexta Swêd li Qada Sergel êrîşa li hember mîtînga aştiyê ya li Enqereyê protesto kirin îro protestoya sêyemîn pêk anîn.

Kurdistanî û Tirkiyeyî saet nêzî 13.00’an li nêzî Sefarexaneya Tirkiyeyê hatin gel hev.

Polîsên ku tedbîrên zêde girtin ji bo çalakvan nêzî avahiya Sefaretxaneyê nebin her du aliyên rê bi barîkatan girtin.

Di çalakiyê de AKP ji komkujiyê berpirsyar hat dîtin.

Komeke ji 4 kesan bi armanca protestokirina komkujiyê desteguleke reş danîn ber deriyê Sefaretxaneya Tirkiyeyê û ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane rêzgirtin pêk hat.  

Çalakî bi dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Qatil Erdogan wê hesab bide” bi dawî bû.

...