Li Stockholmê ji Ocalan û girtiyên siyasî re azadî hate xwestin
Ji bo protestokirina dek û dolabên tifaqa şer a AKP-MHP’ê ya di referandûmê de, girse li paytexta Swêdê li Stockholmê daketin qadan û xwestin ku di serî de Ocalan divê hemû girtiyên siyasî werin berdan.
ANF
STOCKHOLM
şemî, 22 avrêlê 2017, 18:59
Li ser banga Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê û Yêkîtiya Jinan a Sarayê, Kurdistanî û dostên wan saet di 13’an de li Parka Hûmleyê hatin ba hev, bi sloganên “Ji Ocalaran re azadî, ji gelê Kurd re statu”, “Li hemberî faşîzm û terorê têkoşîna hevpar”, “Êdî bes e ji dagirkirina dewleta tirkan a li Kurdistanê”, bi posterên Ocalan û alayên PKK û KCK’ê ber bi bajêr ve meşiyan.
Di xwepêşandanê de bi hoparlorê nelirêtiyên hikumeta AKP’ê yên di 16’ê Nîsanê de, daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de bûn ji raya giştî ya Swêdê re hate vegotin û sloganên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî”, “Erdoganê qatil, AKP’ya diz”, “Em ê faşîzmê bidin sekinandin”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e” li kolanên Stockholmê deng vedan.
Girse hat qada ku 100 metre dûrî wî cihî bû yê ku di 7’ê Nîsanê de êrîşeke terorî lê hatibû kirin û 4 kes miribûn. Girseyê li vê derê bi sloganan çeteyên DAIŞ’ê û faşîzma AKP’ê protesto kirin.
GEL LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ STÛYÊ XWE XWAR NEKIR
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê, Hevseroka Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê Ayşe Goktepe bi bîr xist ku referandûma di 16’ê Nîsanê de di şertên Rewşa Awarte de hate kirin û bi hezaran HDP’yî di girtîgehan de bûn lê ligel pêkutî û gefxwarinan jî nîvê gel dengê ‘NA’ da û gelekî girîng ku gel li hemberî faşîzmê stûyê xwe xwar nekir.
Goktepe bal bir ser greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî li 33 girtîgehan 60 rojan domandin û got ku milyon kesan di referandûmê de ji tecrîda li ser Ocalan re jî gotin na. Goktepe xwest ku di serî de Ocalan divê hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.
DIVÊ PKK JI “LÎSTEYA TERORÊ” DERKEVE Û OCALAN AZAD BIBE
Erîk Ronny li ser Komîteya Rojava axivî û got ku Dewleta Tirk HDP’yî, rojnamevan û mûxalîfan digire û di van şertan de referandûm ne meşrû ye.
Ronny bal bir ser vî tiştî ku PKK ji xeynî gelê Kurd ji bo gelên bindest ên li Rojhilata Navîn jî têdikoşe û got, “PKK’ê bi pratîka xwe ev tişt îspat kiriye. Heke cîhan aştiyê dixwaze tekane alternatîfek heye. Divê PKK ji lîsteya terorê derkeve. Divê Ocalan serbest were berdan. Divê bi PKK’ê re hevdîtinên çareseriyê ji nû ve werin destpêkirin.”
Çalakî piştî sloganên ji bo protestokirina AKP û Dewleta Tirk û ji bo serbestberdana Ocalan û hemû girtiyan, bi dawî bû.