Li Stockholmê ji bo zextên Îranê rawestin çalakî
Li Stockholmê ji bo zextên Îranê rawestin çalakî
Li Stockholmê ji bo zextên Îranê rawestin çalakî
Partiya Komunîst a Îranê, Partiya Karkeran a Komunînst a Îranê, Tevgera Hîkmetîst a Partiya Komunînst a Îranê çalakiyek organîze kirin û bi sedan ksên li Qada Medborgarplatsen hatin cem rejîma Îranê protesto kirin. Di çalakiyê hate xwestin ku darvekirin rawestin û girtiyên siyasî bên berdan.
Girseyê wêneyên kesên hatine davekirin, hildan û der barê armanca çalakiya xwe de belavok belav kirin û bo rawestandina darvekirinan îmze berhev kirin.
JI BO RAWESTANDINA DARVEKRINAN BANG LI YE Û SWÊDÊ HAT KIRIN
Di axaftinên hatin kirin de hate destnîşan kirin ku ji ber hilbijartinên serokwezîrtiyê nêz dibe, zext, girtin û darvekirin zêde bûne û bang li raya giştî ya Swêdê hat kirin ku li dijî darvekirinan bikevin nava tevgerê.
Di axaftinan hat gotin ku DYA û welatên rojava li şûna ku darvekirinan rexne bike, li dijî înşakirina santralên nukleerê ya Îranê dertên û hat gotin ku divê Yekiriya Ewropayê û Hikûmeta Swedê ji bo vê pêngavên şêber bavêje. Di daxuyaniyê de ji nameya Zanyar Muradî ku bi rîska darvekirinê re rû bi rû ye hin beş hatin xwendin û hat diyar kirin divê ji bo rizgarkirina jiyana wan qada navnetewî bikeve nav piştevaniyê.
Der barê mijarê de me serî li nêrînên rewşenbîr û siyasetmedarên Îranî-Kurdistanî da û diyar kirin ku rejîma paşve û oldar ji ber tirsa ku dê serhildanên welatên Bakûrê Afrîkayê û Navîn-Rojhilat li Îranê belav bibe, beriya hilbijartinan li dijî gel bûye êrîşkar.
KURD ZÊDETIR BI RÊXISTININ Û MAFÊN XWE DIZANIN
Rojnameger Faramaz Pooya wiha got: “Rejîma Îranê beriya hilbijartinê hezîranê ji bo pêşî li xwepêşendanan bigre û gel bitirsîne êrîş zêde kirine. Li welat nelêrîtî û zext zêde ne. Kesên van rexne dikin û teşhîr dikin, îşkence û zext li wan tên kirin. Rejîm rewşenbîrên ku rexne dikin, davêje zindanan. Di rojên borî de endamên sendîkaya nivîskarên Îranê Pisporê Aboriyê Farîouz Reîz Dana ji berk u polîtîkaya dewletê rexne kir hat girtin.
Rejîmê li Kurdistaan û Belucîstanê zext zêdetir kiriye. Nêzî hezar û 200 Belucî cezayê darvekirinê lê hatine birîn. Piraniya van girtiyan jî şandine girtîgehên din. Lê Kurd rewşa wan baştir e, kurd bi rêxistin in. Mafên xwe dizanin. Têkoşîna a cerebandî ya dîrokî heye. Dizanin çawa propangandayê bikin. Ev rewş rejîmê dixe fikaran. Bi darvekirina siyasetmedarên kurd dixwaze wan asteng bike.”
MELA JI ŞOREŞA GEL DITIRSIN
Nivîskar Bahram Rahmanî da zanîn ku Mollayî beriya hilbijartinan nerazîbûna gel dizanin û di hilbijartinên 2009’an de ji bo pêşî li xwepêşendanên girseyî bigire serî li girtin û darvekirinan da.
Rahmanî wiha got: “Gel êdî zextan naxwaze. Dixwaze azad bijî. Rejîm vê dizane. Gelê Îranê 34 sal berê şoreş pêk anî û rejîma Şah hilweşand. Rejîm niha ji serhidanên Tûnis û Misirê ditirse. DYA û welatên rojava vê rewşê ji bo başiya xwe bikartînin. DYA dixwaze yên aliyê rejîma Şah bike nava tevgerê. Lê Îran ji Afganîstan û Iraqê cudatir e. Li Îranê piranî li dij DYA’yê derdikevin. Tevgera jina û Karkeran bi hêze. Li Lîbyayê û niha jî ji ser Tirkiyeyê li Suriyeyê mudaxale tê kirin. Lê nekari li Îranê bikin.
Parlamentera Partiya Çep yê ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabaveh jî da zanîn ku rejîma Îranê ji bo ku pêşî li serhildana gel bigire li hemberî gel zextan zêde dike.