Li Stockholmê ji bo Efrînê greva birçîbûnê hate destpêkirin

Gelê Kurd ji bo êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê protesto bikin li pêşiya avahiya parlementoya Stockholmê ya Swêdê greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Li pêşiya kon pankartên li ser dagirkerî, êrîş û qetilkirina sivîlan hatin daliqandin. Çalakvan bi devkî û nivîskî têkildarî êrîşên Tirkiyeyê gelê li wê derê agahdar dikin.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Efrînê û şehîdên şoreşê hevserokên Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Stockholmê Girine Kasırga û Latif Cebe bi Swêdî û Kurdî qala armanca çalakiyê kirin.

Kasırga û Cebe diyar kirin ku ji 20’ê Çileyê û vir ve artêşa Tirk a dagirker Efrînê bomberdûman dike û çeteyên girêdayî wê yên El Nusra, El Kaide û DAÎŞ’ê tevî artêşa Tirk bajêr talan dikin û mirovan qetil dikin.

Kasırga û Cebe bal kişandin ser vî tiştî ku dewleta Tirk êrîşên xwe zêde kiriye û hikumet û dewletên li cîhanê çavê xwe ji vê qetlîamê re digirin û di heman demê de Rûsya, DYA û Yekîtiya Ewrûpayê şirîkên vê qetlîamê ne.