Li Stockholmê hate xwestin ku kujer werin darizandin

Li paytexta Swêdê Stockholmê di bernameyê de bîranînê de, ya ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de hate xwestin ku kujer werin darizandin û cezakirin.

Bername bi hevkariya Meclîsa Jina Kurd a Amara û Yekîtiya Jina Kurd a Sara bi deqeyet rêzgirtinê ya ji bo Cansiz, Dogan, Şaylamez û hemû şehîdên şoreşê dest pê kir.

Li ser navê Malbatên Şehîdan Latîf Cebe axivî, Latîf bi bîr xist ku şervanên herî dilêr ên Tevgera Azadiya Kurd di meha Çile de şehîd bûn û got ,’’Ev meh her çendî bêqidoş jî be di heman demê de mehên wiha ne ku têkoşîn li ser hîmên qeyîm hatine danîn. Em ê di rêça hevrêyên xwe yên şehîd de bimeşin û bi geşkirina têkoşînê bersivê bidin kujeran.

Fîlmek li ser jiyan û têkoşîna sê jinên şoreşger ên Kurd hate nîşandan û dirûşma ‘jin jiyan azadî’ hate berzkirin.

Ji Yekîtiya Jinê ya Sara Jînda Dersim got ev 40 sal in di têkoşîna azadiya Kurdistanê de gelê Kurd û Tevgera Azadiyê berdêlên giran didin û got, ‘’Lê bi heval Sara re ya ku dijmin kirî hedef hêzê mejî ya rêxistinê bû. Sara di salên pêşî yên têkoşînê de berxwedaniya Serhildana Dersimê ji xwe re mînak girt. Ev li hemû qadên jiyanê domand, li girtîgehê, li çiyê û li Ewropayê, heta hilma xwe ya dawî ev domand.’’

Dersim destnîşan kir ku komkujiya li Parîsê bi fermana Serokkomarê Tirk Erdogan û bi kontrola Misteşarê MÎT’ê ya Tirk Hakan Fîdan pêk hatiye u got rayedarên Fransî jî ji vê komkujiyê berpirs in.

Di bernameyê de her wiha jiyan û têkoşîna Delal Amed, Azê Malazgirt, Gulnaz Ege, Nûjîn Artos, Nalîn Mûş, Hêlîn Dersim, Berçem Cîlo bi sînevizyonekê hate nîşandan.