Li Stockholmê DYA hate protestokirin

Hedefkirina 3 rêveberên PKK’ê ya ji aliyê DAY’yê ve li pêşiya avahiya Sefaretxaneya DYA ya li paytexta Stockholm a Swêdê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li ser banga TJK-E’yê îro saet derdorî 14:30’î de Kurdistaniyên hatin ba hev, ji bo şermezarkirina biryara DAY’yê çalakiyeke ya protestoyê lidar xistin.

Pankarta bi nivîsa îngilîzî a ‘Destê xwe yê bi xwîn ji gelê Kurd vekişîne’ ku wêneyê her sê rêveberên PKK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan li ser hate vekirin. Dîsa çalakvanan alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bi yek dengî dirûşmên ‘PKK gel e, gel li vir e’, ‘Destê xwe yên bi xwîn ji Bayik, Karayilan û Kalkan vekişînin’, ‘Bijî PKK’, ‘Kujer Erdogan, du rû DYA’, ‘Erdogan û DAÎŞ yek in’ û ‘Faşîst, kujer Erdogan’ hatin qîrkirin.

Di axaftinên bi zimanê îngilîzî hatin kirin de, bang hate kirin ku divê DYA dawî li hevkariyên xwe yên li gel Tirkiyeyê bîne û rêz ji vîna gelê Kurd re bigirin.