Li Stockholmê binpêkirina derbirîna azadiyê ya li Tirkiyê hate şermezarkirin

Zext û zordariya li ser çapemeniya muxalîf û çapemeniya azad a Kurd li paytexta Swêd Stockholmê bi semînerekê bû rojev.

Zext û zordariya li ser çapemeniya muxalîf û çapemeniya azad a Kurd li paytexta Swêd Stockholmê bi semînerekê bû rojev. Bi mebesta şermezarkirina binpêkirina derbirîna azadiyê li Meydana Medborgarplatsenê çalakiyek hate kirin.

Di semînerê de nûnerên Kuluba PEN’ê û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî jî hazir bûn. Weşanger û nivîskar Ragip Zarakolu bi mînakan qedexe û zexta li ser weşanxaneyan a ji 1960’î ve bi mînakan da.

Zarakolu zext û zordariya li ser weşanxaneya ya piştî darbeyên leşkerî û piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bi mînakan da û got, ‘’ji bo azadiya çapemeniyê divê mirov rîskan bîne ber çavan.’’

 ‘WÊ PÊŞANGEHA PIRTÛKÊN QEDEXEKIRÎ BIDOME’

Şefa berê yê Çandê yê Şaredariya  Sîgtûna Monîka Elîsabeth Dahlgren diyar kir ku tenê pirtûkên qedexekirî yên ku şandî didin jî asta êrîşê ya li ser nivîskarên demokrat, pêşverû û Kurdan a li Tirkiyê nîşan dide û got ew ê pirtûkên qedexekirî li Swêdê li deverên cuda nîşan bidin.

HIKÛMETA TIRK DEKLERE KIR KU EW Ê LI GORÎ PEYMANÊN NAVNETEWÎ NEÇE

Li ser navê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Siyasetzan Ferhad Jahanmîhan diyar kir ku heta ku di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de hevditinên aştiyê hebûn li ser azadiya çapemenî û derbirînê rewşeke baş hebû lê piştî ku dawî li hevdîtinan hat zext û zordariya li ser çepemeniya Kurd û her wiha li ser saziyên çandê zêde bûye û gelek sazî û dezgehên zimanî û çandî yên Kurd hatine girtin.

Jahanmîhan diyar kir ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê Hikûmeta Tirk diyar kiriye ku ew ê li gorî peymanên  Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropa neçe û di nav de hevserok jî  gelek parlamenterên HDP’ê û şaredarên Kurdistanê bi rengekî bê bingeh hatine girtin.

ZEXTA LI SER KURDAN Û KÊMARÎNÊN DÎ ZÊDE BÛYE

Jahamîhan diyar kir ku di serî de Azadiya Welat û Ozgur Gundem gelek medyaya Kurd hatine girtin, nûçegihan kirine girtîgehê. Jahamîhan her wiha diyar kir ku zext û zordariya li ser kêmaran jî zêde bûye û zexta li ser bermahiyên dîrokî yên Asûrî û Sûryaniyan destnîşan kir.

LI SER HEMÛ MUXALÎFAN ZEXT HEYE

Jahamîhan bal kişande ser zext û zordariya li ser rêxistinê mafê miorvan, rêxistinê civaka sivîl û diyar kir hikûmeta Tirk muxalîfan, rewşenbîr, mamoste, nûçegihan û nivîskaran bi rengekî bê bingeh bi piştevaniya li rêxistinên terorê tawanbar dike.

Jahamîhan bi domdarî diyar kir ku nayê qebûlkirin ku dewletên Ewropayê li dijî van bûyeran bêdeng bimînin û got bêdengiya Ewropayê AKP û Erdogan wêrek dike.

AKP’Ê BERÊ XWE DAYE REWŞENBÎRÊN LÎBERAL JÎ

Li ser navê Kuluba PEN’ê ya Swêdê nivîskar Elîsabeth Olîn diyar kir ku êrîş û zextên hikûmeta AKP’ê gihaştiye asteke dî, berê xwe daye rewşenbîrên lîberan û girtina Osman Kavala weke mînak nîşan dan.

RÊXISTINA EFÛYÊ ÇALAKÎ KIR

Her wiha Rêxistina Efûyê jî duh nîvor li Stockholmê, li Meydana Medborgarplastsenê ji bo binpêkirina mafên mirovan û derbirîna azadiyê çalakiyek kir.

Di çalakiyê de li ser navê Rêxistina Efûyê ya Seksiyona Swêdê axaftin hatin kirin û hate xwestin ku dawî li Rewşa Awarte were û parezanên mafê mirovan û rewşenbîr ên ku hatine girtin serbest werin berdan.