Li Stockholmê berxwedana Efrînê hate silavkirin
Li Stocholmê Kurd û dostên xwe êrîşên li ser Efrînê protesto kirin, Berxwedana Serdemê silav kirin.
Li Stocholmê Kurd û dostên xwe êrîşên li ser Efrînê protesto kirin, Berxwedana Serdemê silav kirin.
Li paytexta Swêdê Stockholmê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê hate protestokirin.
Bi sedan kesên li Qada Norra Bantorgetê kom bûn, pankartên bi nivîsa “Efrîn ne bi tenê ye” û “Qirkirina li Efrînê rawestînin” vekirin û wêneyên ku qetlîama dewleta Tirk û hevkarên wê çeteyên DAIŞ’ê ya li Efrînê protesto dikin vekirin.
Bi hoperlorên li wesayîta li pêşiya meşê hatî bicihkirin axaftinên ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê tehşîr dike hatin gotin.
‘DEWLETA TIRK JI EFRÎNÊ BI CEHNIME’
Di çalakiya têde dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Dewleta Tirk ji Efrînê bi cehenime”, “Efrîn bi xwîne, cîhan bêdeng e”, “Bijî Serok Apo”, “Êrîşên li ser Efrînê rawestînin”, “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Artêşa Tirk ji Efrînê derkeve”, “Kujer-Faşîst Erdogan” û “Bijî Berxwedana Efrînê” hate qîrkirin de, posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.
Piştî li Qada Morrmalmstorgê Hevserokê NCKD a Swêdê Hamît Bîten axivî û şûnde ji Komîteya Rojava Erîk Tonk axivî, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser herêma harî aştîxwaz a Sûriyeyê û got: “Şervanên YPG/YPJ’ê yên beriya niha li Kobanê çeteyên DAIŞ’ê têk birin, niha jî federasyona demokratîk li dijî dewleta Tirk û çeteyê wê bi lehengî diparêzin.”
‘JI TÊKÇÛNÊ NIKARIN XWE RIZGAR BIKIN’
Karvan Saîd ên di axaftinên li ser navê KNK’ê kir de jî berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê û gelê Efrînê silav kir, diyar kir ku Rojava û Efrîn ji berk u biratiya gelan, azadî û demokrasî diparast Erdogan êrîş dike ser.
Saîd bal kişand ku Erdogan ji roja destpêkê ve dixwest rêveberiya li Rojava tine bike û got: “Niha jî rast e rast bi çeteyên xwe ve êrîş dikin. Êrîşî mafê wekhevî, demokrasî û gelan dike. Lê li hemberî Berxwedana Serdemê nikarin xwe ji têkçûnê rizgar bikin.”