Li Stockholmê Bêrîtan û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û şehîdên meha Cotmehê bi merasîmekê hatin bibîranÎn.

Merasîm ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Stockholmê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara ya Stockholmê hate lidarxistin. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevîzyona ku qala jiyan Bêrîtan û şehîdên meha Cotmehê dike hate nîşandan.

BÊRÎTAN SEMBOLA BERXWEDANA LI DIJÎ ÎXANET Û DIJMIN E

Hevserokê NCDK û birayê Şehîd Mehmet Şirîn Cebe, Latîf Cebe axivî û got; “Bêrîtan sembola berxwedanê ya li dijî îxanet û dijmin e. Em bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku bi ruhê Bêrîtan û şehîdên Cotmehê xwedî li têkoşînê derbikevin.”

Yek ji xizmê şehîdan Halîs Îkîncîsoy jî wiha got; “Derbarê şehîdan de axaftin ne hêsan e, ji ber ku şehîd canê xwe ji bo gelê xwe feda dikin. Xwedîderketina li rêya wan geşkirina têkoşînê ye.”

Lêkolîner Sûltan Oger jî axivî û wiha got; “Gelek jinên ên pêşeng di meha Cotmehê de şehîd bûn. Têkoşîna wan ne tenê têkoşîna netewî ve sînordar bû parçeyek ji şoreşa jinê ye. Di salên 1990’î de têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji aliyê gelek jinan ve dihate birêvebirin.”

Merasîm piştî axaftinên malbatên şehîdan bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.