Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye bi şahiyekê 70’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 15’emîn salvegera Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Di şevê de gelek siyasetmedar û endamên rêxsitinên cuda yên netewe û kêmneteweyên ji Îranê jî beşdar bûn û peyamên xwe parve kirin. Rêxistin û partiyan berxwedana gelê Kurd, nexasim jî berxwedana bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê silav kirin.
Di destpêkê siyasetmedar û hevserokê PJAK’ê yê berê Hecî Ehmedî axavî. Ehmedî got, “Ev roj ji bo gelê Kurd, bi taybet ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê rojeke pir watedar û pîroz e, ev roj rojeke ku gelê me bi cîhanê da nasandin. Li rex rojbûna mirovayeta hemdem, di heman demê de beriya 15 salan Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK jî hate damezrandin ku îro em dibînin di bin raman û felsefeya Rêber Apo de îro li ser çiyayên Kurdistanê bi hezaran gerîlayên xwe hene ku li dijî komara xwînxar a Îranê têdikoşin û di vê têkoşînê de bi hezaran şehîdên xwe hene.”
Piştî Ehmedî, hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal axivî û diyar kir, “Li ser bingehê hizir û ramanên Rêber Apo li 4 beşên Kurdistanê û li gelek welatên cîhanê şoreş û tevgerên mezin hatin avakirin ku îro li her derê li dijî dagirkerî û faşîzmê têdikoşin. Li Rojhilata Navîn di bi felsefeya Rêber Apo û bi dirûşmeya konfederalizma demokratîk û neteweya demokratîk, bi pêşengtiya gelê Kurd tevgereke nû ya enternasyonalîstî nasnameyeke nû qezenc dike û zimanê wê nasnameyê jî êdî bi Kurdî ye. Îro li ber çavê tevayî cîhanê dewleta faşîst a Tirk ji bo Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakûrê Kurdistanê bûye xeteriyeke herî mezin. Ji ber vê yêkê, ne bi çavekî hizbayetî û partiyetî, bi awayekî giştî, bi rihekî kurdayetî pêwîst e her kes xwedî li van girêvên birçîbûnê derbikeve û bi her awayî vê çalakiya Leyla Guven û hevrêyên wê, were geşkirin.”
Nûnerê KNK’ê yê Swêdê Ahmet Karamûs axivî û salvegera damezrandina PAJK’ê pîroz kir. Karamûs bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got “Ev îradeya ku bi pêşengtiya Leyla Guven pêk tê vîneke mezin e û divê hemû gelê me li dora vê berxwedanê kom bibe.”
Piştî axaftinan bi stran û govendê şahiyê dom kir.