Li Stockholm, Torîno û Sydney pîrozbahiyên damezrandina PKK'ê

Salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Swêd Stockholmê, bajarê Torîno yê Îtalyayê û bajarê Sydney ê Awûstralyayê hate pîrozkirin.

Qada pîrozbahiyê ya li Stockholmê bi alên PKK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û pankartên bi nivîsa daxwazên gelê Kurd ên ji bo aştî û demokrasiyê, hate daliqandin.

Bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Latîf Cebe piştre axivî û 'Cejna Vejînê' li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedêrê li zindanan û gelê Kurd pîroz kir.

PKK'Ê TIMÎ HÊZA XWE JI GELÊ KURD GIRT

Cebe anî ziman, PKK'ê ti carî ji emperyalîstan bawer nekiriye, her tim hêza xwe ji gelê xwe girtiye û got, "Li Kurdistanê pêvajoyeke giran û zehmet heye. Dewleta Tirk ji bo destketiyên gelê Kurd bi temamî ji holê rake, êrîş dike."

Cebe bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku ji bo hilweşandina faşîzmê û serbestbûna Ocalan têkoşînê xurt bikin.

Gîrîn Kasirga dûre bi navê rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurdistanî axivî û got, "PKK rastiya gelan û mirovahiyê ye. Rastiya jiyana jinê ye."

Piştre jî peyama Hevserokê Konseya Rêveberiya KCK'ê Cemîl Bayik a li ser damezrandin û pêşketina Tevgera Azadiyê ay Kurd bi rêya sînevîzyonê hate nîşandan. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê û Komeleya Piştevaniyê jî peyam şandin pîrozbahiyê.

Di dawiyê de jî hunermend; Seyda Perînçek, Armanc, Dilşah, Evîn, Gîrîn, Gursel Dayan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

TORÎNO

Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li bajarê Torîno yê Îtalyayê hate pîrozkirin. Piştî xwendina peyama Komîteya Amadekar a li ser têkoşîna PKK'ê, sînevîzyon hate nîşandan. Hozan Comert û Hozan Seher dûre derketin ser dikê û beşdaran li ber stranan govend gerandin.

SYDNEY

Cihekî din ê pîrozbahî lê hebû, bajarê Sydney ê Awûstralyayê bû. Salvegera damezrandina PKK'ê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi şahiyekê hate pîrozkirin. Hevserokê navendê Brûsk Aîverî diyar kir, avabûna PKK'ê ji nû ve vejîne. Siyasetmedarê Kurd Cemîl Gultekîn jî got, PKK ji bo gelê Kurd destpêkek e. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Necla Çiya jî işaret bi rola PKK'ê ya di nava têkoşîna azadiya jinê de kir û got, "Jin ji nû ve li xwe vegeriya û xwe dît."