Li Stenbolê îro di saetên serê sibê de polîsên Tirk bi ser gelek malan û kargehan de girtin û hat diyarkirin ku hin kes hatine binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro li Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat ragihandin ku gelek kes hatine binçavkirin û di hedefa polîsan de Navenda Çandê ya Îdilê hebû.
Balkêş bû ku di dema serdegirtinê de helîkopterên polîsan bi ser malan re firiyan.