Li Stenbolê li dijî desteserkirina vînê meş hate lidarxistin

Li Stenbolê bi meşekî girseyî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hat protestokirin. Polîsên Tirk êrîşî meşvanan kir, girseya gel tevî hemû astengiyan meşiyan û got: “Em dizî û faşîzmê qebûl nakin.”

Hêzên Ked û Demokrasiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31’ê Adarê de bi dest xistibû, li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê meşek girseyî li dar xist û desteserkirin protesto kirin. Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, gelek partiyên siyasî, nûnerên rêxistinan û gel tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em rê nadin desteserkirinê” û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin.

Girseya li ser Caddeya Demokrasiyê hatin ba hev, polîsan xwest asteng bikin. Girseya ku astengiya polîsan pûç kir dest bi meşê kirin. Girseyê bi dirûşmeyên “Em vê desteserkirinê, talanê, dizî û faşîzmê qebûl nakin” bertek nîşan da.

Polîsan xwestin rê li ber pêşiya meşê bigrin, lê girseya gel di nava kolan de meş bedewam kirin. Polîsan nêzî 20 kes binçav kirin.

LI BEŞÎKTAŞÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTÊ HATE LIDARXISTIN

Rêveberên DEM Partî yên navçeya Beşîktaşê, desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li ber Îskeleya Beşîktaşê bi çalakiya rûniştinê protesto kirin. Serokê CHP’ê ya navçeya Beşîktaşê Alîcan Şen jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de pankartên “Şaredarî yên me ne”, “Em rê nadin desteserkirinê” û dowîzên “Bêhevî nebe, Wanê bi bîr bîne” hatin hildan.

Serokê CHP’ê yê Beşîktaşê Alîcan Şen axivî û got: “Tine hesibandina vîna gel, nayê qebûlkirin. Ez ji bo piştgiriya çalakiya we hatim vir. Em hevalên xwe yên li vir silav dikin.”

Rêveberê DEM Partî yê navçeyê Ferah Kokmen jî axivî û wiha got: “Heta ku vîna gel paş de were vegerandin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Li Tirkiyeyê derbeyek din li demokrasiyê hat xistin û vîna gel hate desteserkirin. Wê bê navber çalakiyên me yên li dijî desteserkirinê bidome.”