Li Stenbolê kesek mir, birîndarên giran hene

Li Stenbolê kesek mir, birîndarên giran hene

Pevçûnên li seransê Stenbolê belav bûne, di roja 7’emîn de li Beşîktaş, Umraniya û Sarigazî berdewam kir. Li Umraniyeyê li taxa 1’ê Gulanê  girseya ku ketibû otobana ku li trafîqê hatibû girtin,  wesayîtek ketibû nava girseyê û ciwanê bi navê Mehmet Ayvataş yê 19 salî  jiyana xwe ji dest da.  Bi hezaran kesên li Taksîm û Parqa Gezî bûn agir pê xistin û heta sibehê man.

Bi berxwedana Parka Gezî re xwepêşendan li hemû Tirkiyeyê belav bûn û li Stenbol û bajarê derdorê heta sibê berdewam kir. Li Umraliyeyê li taxa 1’ê Gulanê komekê rê li trafîqê girtin û ji wê komê  welatiyê bi navê Mehmet Ayvataş  jiyana xwe ji dest da. Pevçûn li Îzmît, Beşîktaş û Sarigazî  berdeawam kir û encama bikaranîn guleyên plastîk ya polîsan de gelek kes birîndar bûn.  Komên li dora parka Gezî bûn agir pêxistin û heta sibêhê çalakiya xwe berdewam kirin.  Li aliyê din ji duh de derketinên Taksîmê ku ji aliyê çalakgeran ve hatibûn girtin hêj didome.