Li Stenbolê kesek bi çekê birîndar bû
Li Stenbolê kesek bi çekê birîndar bû
Li Stenbolê kesek bi çekê birîndar bû
Li navçeya Sultangazî ya Stenbolê ku du roj in çalakiyên ji bo Kobanê pêk tên û li rastî êrîşên polîsan û faşîstan tên, kesê bi navê Kenan Karaoglu, di encama êrîşa polîsan a bi çekan de ji mile xwe birîndar bû.
Çalakiyên bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê, li navçeya Sultangazî ya Stenbolê berdewam dikin. Çalakî îşev jî li Taxa Hamidiyeyê berdewam kir. Polîs û komên faşîst bi çekan êrîşê komê kirin û di encama êrîşa polîsan de kesê bi navê Kenan Karaoglu ji mile xwe birîndar bû. Karaoglu rakirin nexweşxaneyê. Piştî êrîşa polîsan pevçûn dest pê kirin.