Li Stenbolê kampanya 'NA' dest pê kir

Stenbolê jî tevî Îzmîr û Amedê di heman demê de dest bi kampanya 'NA' kir. Cîgira Serokê Koma HDP'ê Kerestecîoglû li vir axivî û got, "Bêhna azadî û kêfxweşiyê ji niha ve tê me."

Parlamenter Fîlîz Kerestecîoglû bal kişand ser rejîma totalîter û got, "Ev yek ne hêjayî welatiyên Tirkiyeyê ye. Dengê destpêkê yê 'NA' yê li dijî rejîma totalîter wê ji vî welatî derkeve."

Kerestecîoglû da xuyakirin, ku bi guhertina destûra bingehîn re hewl tê dayîn 'rejîma şexsekî' bê avakirin û got, "Gelo di der heqê karkeran, Kurdan, Tirkan, Êzidiyan û gelên Tirkiyeyê de gotinek di destûra bingehîn de heye? Di vê destûra bingehîn de wê gotineke rojnamevanên girtî Ahmet Şik, Înan Kizilkaya, Dayika Taybet, zarokên dixwazin perwerdeya laîk bibînin, gotineke jinan, gotineke civakê wê hebe? NA."

Kerestecîoglû got, "Wê bi agirê azadiyê ji vê xewa mirinê hişyar bibin. Em hemû dizanin, ku ji niha ve bêhna azadî û kêfxweşiyê tê me."

Piştî axaftina Kerestecîoglû strana bi navê "Bêjin NA" hat nasandin.