Li Stenbolê gelek HDP û HDK'yî hatin binçavkirin
Di operasyona qirkirina siyasî de li Stenbolê gelek HDP û HDK'yî hatin binçavkirin.
Di operasyona qirkirina siyasî de li Stenbolê gelek HDP û HDK'yî hatin binçavkirin.
Li Stenbolê polîsan bi ser malên endam û rêveberên HDP û HDK'ê de girtin û kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Muduriyeta Emniyeta Stenbolê.
Di nav kesên berî Kongreya HDP'ê ku wê di 11'ê Sibatê de pêk bê hatin binçavkirin de endamên Meclîsa Parlameno ya HDP'ê, rêveberên navçeyan û rojnamevan jî hene.
Kesên heta niha navê wan diyar bûne wiha ye: Îsmaîl Adalmiş, Şamîl Altan, Gulsen Biter, Can Memiş, Celalettin Can, Gonca Yangoz, Elîf Bulut, Çîgdem Kiliçgun Uçar, Fîlîz Yilmaz, Beşir Aydemîr.
Hat hînbûn ku polîsan rojnamevana rojnameya Ozgurlukçu Demokresî jî girtine bin çavan.