Nûçeya Lezgîn: Polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV

Li Stenbolê êşkence û destgîrkirina rojnamevanan

Nûçegihanê MA’yê Enes Sezgîn yê li Stenbolê çalakiya protestokirina qetlîama Konyayê dişopand hat êşkence kirin û hat destgîrkirin.

Li Stenbolê nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Enes Sezgîn ku di dema çalakî dişopand ji aliyê komek nijadperest ve hat derbkirin û tevî rojnamevan Taylan Oztaş û 4 ciwanan hatin destgîrkirin.

Piştî ku ciwan tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya Hêzên Ked, Aşitî û Demokrasî ya Stenbolê ku bi armanca protestokirina qetlîam û êrîşa faşîstên AKP-MHP’ê ya li Konyayê, li Meydana Tunel a Taksîmê lidarxistin, dema ber bi Kasimpaşayê ve meşiyan, faşîstên AKP-MHP’ê êrîşî wan kirin. Di êrîşê de nûçegihanê MA’yê Enes Sezgîn û nûçegihanê Ozgur Gelecekê Taylan Oztaş jî di nav de gelek rojnamevan rastî êşkenceyê hatin.

Piştî êşkenceyê Sezgîn, Oztaş û 4 ciwanên din ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin û ji bo rapora xwe ya derbxwarinê bigrin ew rakirin Nexweşxaneya Alîkariya Seretayî ya Taksîmê.

Hate zanîn ku di nexweşxaneyê de destê rojnamevanan ji pişt ve hatibû kelepçekirin û polîsan zext li stuyên wan dikir û ew wisa rawestandibûn. Polîsan ti agahiyek nedan rojnamevanên ku ji bo agahî ji hevpîşeyên xwe werbigrin hatibûn ber deriyê nexweşxaneyê. Di navbera polîs û rojnamevanan de nîqaş derket.

Her wiha hate zanîn ku yên hatibûn destgîrkirin ji deriyê piştê yê nexweşxaneyê re rakirine Qereqola Kasimpaşayê.