Li Stenbolê di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin
Hate ragihandin ku li Stenbolê di serdegirtina malan de 3 kes hatine destgîrkirin.
Hate ragihandin ku li Stenbolê di serdegirtina malan de 3 kes hatine destgîrkirin.
Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) li ser hesabê X'ê (Twitter a berê) peyamek parve kir û ragihand ku muwekîlên wan Hacer Erkîn, Gulçîn Aykûl û Ozgur Tosûn serê sibehê hatine destgîrkirin.
EBH'ê diyar kir ku têkildarî muwekîla wan Semîha Şahîn de jî biryara destgîrkirinê hatiye dayin.
EBH'ê ragihand ku operasyon bi gotinên şahidê îtirafkar Onûr Demîr hatiye kirin.