Li Stenbolê deh hezaran kes di herikin qada Newrozê
Li Stenbolê deh hezaran kes di herikin qada Newrozê
Li Stenbolê deh hezaran kes di herikin qada Newrozê
Pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê Rêxistina BDP’a Stenbolê û HDK’ê ve bi şîara “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” tê li darxistin, ji 33 navçeyên Stenbolê ber bi qada Newrozê ve diherikin.
Pîrozbahiya Newrozê ya bi slogana “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” ji aliyê Rêxistina BDP’a Stenbolê û Kongreya Gelan ya Demokratîk (HDK) ve li Qada Zeytînburnu Kazilçeşme tê pêkanîn bi deh hezaran kes bi otobusên ji 33 navçeyên Stenbolê li rexmî hewaya sar jî ber bi qada Newrozê ve diherikin.
Ji demjimêrên sibehê ve polîsan hemû rêyên diçin qada Newrozê ji trafîkê re girtin, li derdora qada pîrozbahiyê ewlekariyên berfireh girtin. Gel ji sê noqteyan bi lêgerîna polîsan derbazî qada Newrozê dibin. BDP’ê ji bo pêwîstiyên gel pêkbîne, bi dehan standên xwarinê û bi sedan tawletên seyar danîne.
Platforma mezin ya li qadê danîne, pankartên “Çareseriya Demokratîk, ji Ocalan re azadî” û “Rizgariya demokratîk, jiyana azad” hatine daliqandin. Derdorê platformê bi rengên Kurdan yên kesk, sor û zer hatine xemilandin, her wiha ji bo sînevîzyonê li her du aliyên platformê ekranên mezin hatine danîn. Di demjimêrên sibehê de piştî polîs li qadê lêgerîna bombeyan kir, girseya ku di destê wan de alên BDP’ê, rengên kesk, sor û zer, bi cilên Kurdî û bandajên li ser “Bijî Serok Apo” nivîsî ketin qadê û govend girêdan. Di programa Newrozê ku dê di demjimêr 12.00’an destpê bike, piştî axaftina vekirinê ya Komîteya Amadekar Mehmet Boztemûr dê Hevseroka BDP’a Stenbolê Asiye Kolçak, li ser navê HDK’ê Parlementerê Stenbolê yê BDP’ê Sirri Sureyya Onder û Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak bi axive.
Piştî axaftinan di berdewamiya programê de dê hunermend Serhedo, Mikaîl Aslan, Koma Emege Ezgî, NÇM derkevin ser dikê.