BI DÎMEN

Li Stenbolê çalakiyê protestoyê belav dibin

Li gelek navçeyên Stenbolê gel daketin qadan, darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP’yiyan protesto kirin.

Girseya ku li Taxên HAcî Ahmet û Kanarya û navçeyên Bagcilar û Kadikoyê ya Stenbolê daketin kolanan, bi dirûşmên “HDP gel e gel li vir e” dest bi meşê kirin.

Li Bagcilar û Kadikoyê çalakiyekî girseyî hate lidarxistin.

Hêzên şoreşger ên li Taxa Haci Ahmet bend danîn, bû sedem ku polîsên Tirk paşve vekişin. Di çalakiya ku polîs neçar man paşve vekişin, hêzên şoreşger jî li dijî şideta polîsan tedbîrên xwe girtin.

Girseya ku li Îkîtelî ya girêdayî Kuçukçekmeyê ya Stenbolê kom bûn rê girtin û bend danîn. Girserya ku bi polîsan re şer kirin bend dan ber agir.