Li Stenbolê çalakiya ji bo Roboskî edalet

Li Stenbolê çalakiya ji bo Roboskî edalet

Li Stenbolê 11’emîn çalakiya “Ji Roboskî re edalet” hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê ve hate lidarxistin û hate xwestin ku berpirsên komkujiya Roboskiyê bên aşkerakirin û bên darizandin.

Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê her 28’ê hemû mehan çalakiya “Ji Roboskî re Edalet” li dar dixin. Îro jî çalakiya 11’emîn hate lidarxistin. Di çalakiyê de dovîza bi navê “Ji Roboskî re Edalet” hate vekirin. Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak bal kişand ser biryara têkildarî lêpirsîna komkujiya Roboskî ya ku 28’ê Kanûna 2011 pêk hat û di encamê de 34 ciwan û zarokên Kurd hatin qetilkirin û bibîr xist ku dadgeha leşkerî îtîraza li hemberî biryara dadgehê red kiriye. Boztoprak da zanîn ku hemû serlêdanên şexsî yên ji bo Dadgeha Bilind hatine kirin bê bersiv hatine hiştin û ti lêpirsîn nehatine destpêkirin. Boztoprak got: “Ev komkujî sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye kirin û nabe biryara demboriyê bê dayin. Divê di demek zû de berpirs bêne aşkerakirin û bên darizandin.

Boztoprak ku got: “Hewl didin ku lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskî bi lêpirsîn, binçavkirin, gulebarankirina malan, rêyên ewlekariyê û hincetên din asteng bikin” û da zanîn ku wê têkoşîna wan a ji bo edalet, hesabpirsîn û heqîqetê berdewam bike. Boztoprak wiha axivî: “Her çendî berpirsên vê komkujiyê aşkera ne û li ber çavan in, lê heta niha dixwazin komkujiyê veşêrin, ti niyeteke wan tune ye ku bi hesabpirsînê re bên rû hev. Heta dewlet û hikûmet bi deh hezaran kuştinên kiryar nediyar re neyên rû hev mirov nikare avakirina aştiyê ji wan hêvî bike.”

Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.