Li Stenbolê 9 jê zarok 13 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê 9 jê zarok 13 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê 9 jê zarok 13 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtina li navçeyên Bagcilar, Esenler, Gungoren û Bahçelîevlerê yên Stenbolê de li gel rêveberên BDP’ê û zarok jî di nav de heyî herî kêm 13 kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Bagcilar, Esenler, Gungoren û Bahçelîevlerê hemwext di ser malan de girtin, di nav de zarok û rêveberên BDP’ê jî heyî gelek kes binçavkirin. Di serdegirtinên yekîneyên Şaxa TEM ya Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê ya serê sibehê de, li gel rêveberên BDP’ê Perîhan Adalmiş û rêveberê BDP’a Şirînlevlerê Mehmet Çîçek, kesên binavê H.K, F.Î,Î.Î, V.B, F.B, R.V, H.Y, L.T, A.T, S.K, D.B. 13 kes hatin binçavkirin.
Tê diyarkirin ku, dibe hêjmara binçavkiriyan zêde bibe, qismek ya binçavkiriyan biri Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê ya li ser rêya Vatanê, 9 zarok jî birin Şaxa Zarokan ya Bagcilarê, zarokek jî birin Şaxa Zarokan ya Bahçelîevlerê.
Operasyon rastî 14’mîn salvegera komploya navnetewî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat.