Li Stenbolê 6 kes hatin girtin

Ji kesên ku li Stenbolê di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê û roja Înê de hatin binçavkirin, 6 hatin girtin.

Ji kesên ku li Stenbolê di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê û roja Înê de hatin binçavkirin, 6 hatin girtin.

Duh dema pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên li Stenbolê de polîsên Tirk êrîş kiribûn û 209 kes binçav kiribûn. Ji van 89 kes piştî îfadeyên li emniyetê serbest hatin berdan, 120 kes jî sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Piştî lêpirsîna dozgeriyê, ji 56 kesan 5 HDP’î bi îdîaya, “propagandaya rêxistinê kirine” û “rezîstansa li hember polîsan” hatin girtin.

Hate hînbûn ku yên hatine girtin Orhan Toprak, Esîn Toprak, Nebî Gumuş, Îsmaîl Çîftçî û Mûstafa Demîrbuken in.

Her wiha, Bermal Solak a roja Îniyê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin jî bi îdîaya “endama rêxistinê ye” hate girtin.