Li Stenbolê 6 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê serê sibehê avêtin ser endamên DEM Partiyê û herî kêm 6 kes hatin binçavkirin.

Polîsan li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin. Hate zanîn ku Mehmet Sidik Mertoglû, Ahmet Korkmaz, Resûl Kaytaz, Besîm Semercî, Mûrat Arslan û Mûstafa Kara hatine binçavkirin. Hate diyarkirin ku kesên sedema binçavkirina wan nehate zanîn birine Qereqola Cendermeyan a Maslakê.