Li Stenbolê 4 kes hatin girtin, li Amedê binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbolê 4 kes hatin girtin. Li Amedê jî 3 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbolê 4 kes hatin girtin. Li Amedê jî 3 kes hatin binçavkirin.
Li Stenolê di encama operasyonên dijî Endam û Rêveberên HDP,HDK,TJA û DBP'ê di 9'ê Sibatê de 3'ê jê zarok bi giştî 57 kes hatibûn binçavkirin û 3'ê kesên dawî jî derxistin pêşberî dadger. Piştî îfadeyên wan yên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê Ridvan Yavaş sewqî dadger kirin. Bi şertê kontrola edlî Ridvan Yavaş hat berdan û Celaleddîn Yîlmaz û Fatîh Tufencî bi îdaya 'endamê rêxistinê' hatin girtin.
Rêveberê HDP'ê yê Bajêr û Berdevkê Komîsyona Çapemeniyê Suleyman Başer jî piştî lêpirsîna wî ya li emniyetê di seatên sibê de sewqî dadgeriya Çaglayana ya Stenbolê hat kirin. Bi daxwaza girtinê ya ji aliyê dozger ve Başer sewqî dadgehê hat kirin û bi îdaya 'endamê rêxistinê' hat girtin.
Her wiha Şener Yildirim ê ku di roja 9'ê Sibatê de dinava siyasetmedaran de hatî girtin û piştre serbest hatî berdan, di derbarê wî de di lêpirsînek din de ku sewqî dadgehê hatî kirin jî hat girtin.
AMED
Li navçeya Pîran a Amedê serê sibehê bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtinên ku sedema wî nehat hînbûn de Ganî Karaş, Zulfu Demîr û Nîhat Ak Tûlûm hatin binçavkirin. Gelek kesên ku der barê wan de biryara binçavkirinê heye jî di navnîşanên wan de nehatin dîtin.
3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Pîranê.