Li Stenbolê 3 jê zarok 11 kes hatin girtin
Ji 26 kesên ku di operasyonên qirkirina siyasî ya li Stenbolê hatîn destgîrkirin de, 3 jê zarok 11 kes hatin girtin.
Ji 26 kesên ku di operasyonên qirkirina siyasî ya li Stenbolê hatîn destgîrkirin de, 3 jê zarok 11 kes hatin girtin.
26 kesên ku 13’ê Sibatê di operasyonên qirkirina siyasî yên li gelek navçeyan ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve hatî destgîrkirin de, piştî karûbarên îfadeyê yê li emniyetê birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Piştî îfadeya dozgeriyê 26 kes sewqî dadgehê kirin. Dadgehê biryara girtina 3 jê zarok 11 kesan da û 15 kes jî berdan. Ji kesên hatîn berdan 4 jê bi şertê kontrola edlî hatîn berdan.
Navê 11 kesên hatîn girtin wiha ye: Ayhan Emekçi, Bariş Koçar, Cesûr Yilmaz, Erdogan Ozbey, Halîl Îbrahîm Baçarû, Merve Yilmaz, Mûrat Metîn û Ramazan Ozdemîr.
Li aliyê din hate zanîn ku zarokên bi navê Îzzet Ozmen, Yakûp Genç û Azat Siyahtaş ên hatîn girtin jî şandin Saziya Cezayê Înfaza Ciwan û Zarokan a Maltepeyê.