Li Stenbolê 27 kesên di 1’ê Gulanê de hatin binçavkirin hatin girtin
Li Stenbolê ji kesên bi hinceta 1'ê Gulanê hatibûn binçavkirin, 27 kes hatin girtin.
Li Stenbolê ji kesên bi hinceta 1'ê Gulanê hatibûn binçavkirin, 27 kes hatin girtin.
Li Stenbolê di 21'ê Gulanê de di avêtina ser malan de 27 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karên li dozgeriyê her 27 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Dadgeriyê bi hinceta çalakiyên 1'ê Gulanê her 27 kes bi îdiaya "rabûna li ber polîsan" û "meş û xwepêşandanê" girtin.